Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 21ê Çile de 6 hezar û 289 kes pozîtîf derketin, 153 kes mirin.

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

 Li Türkiyeyê di 21ê Çile de 168 hezar û 894 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 6 hezar û 289 kes pozîtîf derketin, 153 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. 

Li gorî daneyên rojane îro 165 hezar û 109 test hatin kirin, testa 6 hezar û 289 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 28 milyon û 32 hezar û 743yan. 

Îro 153 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 24 hezar û 640î. 

Nexweşên giran bûn 2 hezar û 74, 6 hezar û 113 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 290 hezar û 32.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 5,1 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 45,5 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 59,8 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 31,2 ye. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE