Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 19 hezar û 761 kesan pozîtîf derket, 51 kes mirin

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawînde 246 hezar û 648 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 19 hezar û 761 kes pozîtîf derketin, 51 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 246 hezar û 648 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 19 hezar û 761 kes pozîtîf derketin, 51 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan gihişt 7 hezar û 108.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 64,38 ya doza duyem jî weke 39,45 hat tomarkirin.

Di çarçoveya Kovîd-19ê de heta îro 39 milyon û 963 hezar û 479 kesan doza yekem û 24 milyon û 486 hezar û 767 kesî doza duyem û herwiha 4 milyon û 231 hezar û 498 kesî jî doza sêyem derzî li xwe dane. Bi giştî 68 milyon û 681 hezar û 744 doz derzî hatine lêdan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE