Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 17 hezar û 332 kesan pozîtîf derket, 255 kes mirin

Kovîd-19:  Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 286 hezar û 425 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 17 hezar û 332 kes pozîtîf derketin, 255 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 286 hezar û 425 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 17 hezar û 332 kes pozîtîf derketin, 255 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 11 hezar û 396 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 77, ya doza duyem jî weke 59,02 hat tomarkirin.

Di çarçoveya Kovîd-19ê de heta îro li Tirkiyeyê bi giştî 93 milyon û 4 hezar û 856 aşî hatiye kirin.

Bi vê re di çarçoveya Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 294 hezar û 482 kesan doza yekem û duyem û sêyem derzî li xwe dane.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE