Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 28 hezar û 678 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 217 kes mirin

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 356 hezar û 643 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 28 hezar û 678 pozîtîf derketin, 217 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana  "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 356 hezar û 643 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 28 hezar û 67 kes pozîtîf derketin, 217 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 29  hezar û 296 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 89,31 a doza duyem jî weke 78,55 hat tomarkirin.

Li Tirkiyeyê heta nuha 116 milyon û 280 hezar û 951 doz aşî hatiye kirin. Di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 70 hezar û 738 doz aşî hat kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE