Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 29 hezar û 796 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 224 kes mirin

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 361 hezar û 533 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 29 hezar û 796 pozîtîf derketin, 224 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana  "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 361 hezar û 533 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 29 hezar û 796 kes pozîtîf derketin, 224 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 29  hezar û 296 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 89,38 a doza duyem jî weke 78,70 hat tomarkirin.

Li Tirkiyeyê heta nuha 116 milyon û 663 hezar û 497 doz aşî hatiye kirin. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE