Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 461 hezar û 513 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 85 hezar û 26 pozîtîf derketin 268 kesan canê xwe ji dest da.
Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 461 hezar û 513 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 85 hezar û 264 pozîtîf derketin 268 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 94 hezar û 402 ye.
Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 92,85 a doza duyem jî weke 84,96 hat tomarkirin.
Li Türkiyeyê heta nuha 144 milyon û 999 hezar û 620 doz aşî hatiye kirin.
10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî zêde ye; Osmaniye, Ordu, Amasya, Mugla, Kirklareli, Çanakkale, Eskîşehir, Balîkesîr, Zonguldak û Manîsa ne.
10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî kêm e; Şanliurfa, Batman, Sêrt, Diyarbekir, Bingol, Mûş, Mêrdîn, Bidlîs, Agirî û Elazîz in.AA