Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

"Di 24ê hezîranê da jimara waqieyên nû 1492 bû ev jimara daket 1172yan. Leza belavbûna vîrusê; kêmbûna waqieyan dem digire"

Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dan 1172 kesan, 19 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî derket 203 hezar û 456an, jimara miriyan jî derket 5 hezar û 186an. 

Li gor daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Turkiyeyê" ya ku li ser malpera Wezareta Tenduristiyê cî digire û Wezîr Fahrettîn Koca ji ser Twîtterê parve kir îro 52 hezar û 141 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan 1172 kesan. Di 24 saetên dawîn da 19 nexweşan wefat kir, 1313 kes baş bûn.

Jimara testan bi tevahî derket 3 milyon û 535 hezar û 818an, jimara waqieyan derket 203 hezar û 456an, jimara wefatan jî bi tevahî bû 5 hezar û 186.

Jimara nexweşên di unîteya lênêrîna awarte da 1082, jimara nexweşên girêdayî cîhaza bêhnhildanê 374, jimara nexweşên baş bûn jî bi tevahî bû 178 hezar û 278an.

- "Kêmbûna waqieyan dem digire"

Wezîr Koca der barê daneyên dawîn da ji ser hesabê Twîtterê nirxandin kirin. 

Fahrettîn Koca diyar kir ku di 24ê hezîranê da jimara waqieyên nû 1492 bû û ev jimara daket 1172yan û got ku "Belavbûna vîrusê bi lez e, kêmbûna waqieyan dem digire. Di hefteya dawîn da nîvendiya temenê kesên ku li nexweşxaneyê tê dermankirin 46,7 e. Ji sedî 11,13ê kesên ku di hefteya dawîn da teşxîsa danê ji 65 salî mezintir e. Ji kesên wefat dikin ji sedî 70 zêdetir di koma vê temenê da ne."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE