Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn da 2 hezar û 219 kesên din baş bûn û jimara kesên ku tedawiya wan a Kovîd-19ê temam bûn derket 187 hezar û 511an.

Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca piştî Civîna Lijneya Zanistê ya Vîrusa Koronayê ya li Kampusa Bîlkentê ya Wezareta Tenduristiyê di civîna çapemeniyê da daxuyanî dan.

Koca got "Di oxirkirina eskeran de ne yên oxir dikin ne jî yê tê oxirkirin divê qet xetereyê hilnedin. Tenduristî jî peywira wetanî jî wisa îcab dike."

Wezîr Koca wiha axivî: "Yên ku diçin tetîlê divê bizanibin ku tevdîr seba tetîlvanan e. Kesên ji qerebalixê dûr dikevin heke rêbaza mesafeyê bi cî bînin em ê spasdar bin."

Koca got "Ji bo ku di merasimên wekî dawet û nîşanan da ji bo tenduristiya civakê "çavdêr" cî bigirin amadehî heye."

"Jimara waqieyên me yên nû dora 1000î ye"

Wezîr Koca ev gotin: 

"Diyarbekir, Konya, Edene, Gazîentab, Urfa jimara waqieyên herî zêde nû dibîne. Em wisa difikirin ku zêdebûna waqieyan dê bi hêza tevdîran kêm bibe. 

Me di nav 10 rojên dawîn da îspat kir ku ji cihê ku em paş dikevin da dikarin bi xwe va bên. Jimara waqieyên me yên nû dora 1000î ye.

Li hin bajarên mezin jimara waqieyên heftane yên herî mezin di hefteya 5emîn a şewbê da hatibû dîtin. Bi tevdîran li pey wê daketin hat. Li 13 bajarên me di nav mehekî da yan jî nû digihêjin jimara waqieyên heftane yên herî bilind. Waqieyên nû li bajarên diyar zêde ye."

"Li Anadoluyê pêla yekem hê jî dewam dike"

Wezîr Koca axaftina xwe wiha domand: 

"Li 13 bajarên me di nav mehekî da yan jî nû digihêjin jimara waqieyên heftane yên herî bilind. Waqieyên nû li bajarên diyar zêde ye. Li Anadoluyê pêla yekem hê jî dewam dike.

Di 3 rojên dawîn da bajarên ku waqie lê herî kêm in; Tunceli, Artvîn, Igdir, Erzincan, Bayburt, Kirklarelî û Bîlecîk e. 

Bi nîvendiya sê rojên dawîn bajarên ku herî zêde waqie lê tên dîtin; Îstanbul, Ankara, Gaziantep, Konya, Mardin, Diyarbekir û Şanliurfa ye." 

Wezîr koca got ku "(Tedawiya Kovîd-19ê) Maweya razandina li nexweşxaneyê kêm zêde ji 21-22 rojan daket 3 rojan, maweya lênêrîna awarte jî kêmzêde ji 18-20 rojî daket heta 2 rojan."

Tevdîrên dê di Eyda Qurbanê da bên hildan

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca got ku "Ber bi Eyda Qurbanê va li gor waqieyên li bajêran dibe ku li bajêran hin sînordarkirin çêbe. Hefteya bê em ê dîsa biaxivin."

Koca der barê tevdîrên Kovîd-19ê yên li dibistanan da jî got ku "Heke heta 31ê tebaxê di rewşa şewbê da cudahiyek çêbe dibe ku onlîne yan jî hîbrîd hin rêbazên nû bên pêşniyazkirin"

"Me li gor par bêtir aşiya grîpê siparîş kir"

Koca got "(Encama testên antîkorê) Bi temambûna 18 hezar kesî muhtemelen em ê hefteya bê eşkere bikin."

Wezîr Fahrettîn Koca der barê aşiya grîpê da jî got ku "Me li gor par bêtir siparîş dan. Ez dikarim bibêjim ku ji bo îsal dê pirsgirêka aşiya grîpê dernekeve.

"Xwendekar piştî ku li maseya xwe rûniştin mecbûriyeta wan tune ku maskeyê biemilînin"

Wezîrê Tenduristiyê Koca got ku "(Xwendekar) Em girîngiyê didinê ku heta li maseya xwe rûnin maskeyê bidin ber dev û pozê xwe lê piştî wê em naxwazin ku mecbûriyeta maskeyê çêbe."

Aşiya Kovîd-19ê 

Fahrettîn Koca wiha axivî: "Xebatên ser heywanan dewam dikin. Ez dikarim bibêjim ku pêvajo serkeftî dewam dike. Di îlon-cotmehê da em dikarin derbasî xebatên klînîk bibin."

Hevdîtinên der barê hişyariya seyahatê ya Almanyayê da

Wezîr Koca got ku "Em hêvî dikin ku di çarçoveya daxwazên me da ji bo hin herêmên me dê erênî bigihêje encamê."

Li kamuyê pergala vardiyayê

Wezîr Koca wiha axivî: "Niha di rojeva me da mijareke wekî di kamuyê da derbasî pergala vardiyayê bibin tune." 

Koca der barê rêjeya tijîbûna lênêrîna awarte da got ku "imara nivînên me yên lênêrîna awarte derket 27 hezarî, 1172 nexweş di lênêrîna awarte da ne. Ez dikarim bibêjim ku tu pirsgirêk tune."

Dermanê Favîpîravîr

Wezîr Koca got ku "Ji bo ku li Tirkiyeyê bê çêkirin 4 fîrmayan serî lê da. Di nav rojek du rojan da dê pêvajoyên ruhsatê biqede. Em êdî dê vê dermanê hem ji hêla aliyê navneteweyî va bifroşin hem jî vê dermana ku em ji bo nexweşên xwe gelekî bi kar tînin dê bi 4 fîrmayan ra bê çêkirin."

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca got ku "Bi taybetî polîtîkaya ji ser tenduristiyê ji bo tu siyasetmedarî nabe şifa. Em pêşniyazên xwe erênî bikin, têkoşîan me bila dijî vîrusa koronayê be." 

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca dipirse: Em dijî şewbê çend kes in?

Di vê navberê da Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji ser hesabê xwe yê Twîtterê wêneyê wesayîteke veguhestina komî ya qerebalix û kolaneke ku gelekî mirov lê hebûn parve kir. 

Li ser wêneyên ku Koca parve kirin da gotina "Em dijî şewbê çend kes in?" cî girt.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE