Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1003 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 23 kesan canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê " ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 48 hezar û 787 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 3 milyon û 881 hezar û 410an.
Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1003 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 210 hezar û 965an.
23 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 323yan.
Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 493 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 191 hezar û 883yan.
Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de bi giştî 1182 ye û nexweşên girêdayî ventîlatorê jî 402 ne.
- "Ketina hejmara pêketiyên nû berdewam e"
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Ketina hejmara pêketiyên nû ku 25ê hezîranê destpê kiribû berdewam e. Em gelekî nêzîkî bin 1000î ne. Em jibîr nekin ku kêmbûn hêdî, hewaketin jinişkê ve ye. Ketin û hewaketin girêdayî merca maske-jihevdûriyê ye."AA
Yeni tanı konan hasta sayısında 25 Haziranda başlayan düşüş devam ediyor. 1.000’in altına çok yakınız. Fakat bu azalmaların yavaş, yükselişlerinse ani olduğunu unutmayalım. Artışlar ve düşüşler, maske ve mesafe kuralına uyumdaki artışa veya azalmaya bağlı. https://t.co/RVlhe7786O pic.twitter.com/VvrRuMmx7b
— Dr. Fahrettin Koca (@drfahrettinkoca) July 10, 2020