Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

"Di 35 rojên dawîn da jimara wefatên me yên herê kêm di 13ê hezîranê da bi 13 kesan çêbû. Em bi kontrola kesên temaskirî, teşxîsa nû û derfeta tedawiyê hewl didin ku jimara wefatan kêmtir bikin"

Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 926 kesan, 18 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî bû 217 hezar û 799, jimara miriyan derket 5 hezar û 458an. 

Li gor daneyên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Turkiyeyê " ya ku di malpera Wezareta Tenduristiyê da cî digire û Wezîr Fahrettîn Koca jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir îro 41 hezar û 215 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan 926 kesan. Di 24 saetên dawîn da 18 nexweşan wefat kir û 1014 kes baş bûn.

Jimara testan bi tevahî derket 4 milyon û 191 hezar û 124an, jimara waqieyan derket 217 hezar û 799an, jimara wefatan jî derket 5 hezar û 458an.

Jimara nexweşên di unîteya nexweşiyên giran da bû 1226, jimara nexweşên girêdayî cîhaza bêhnhildanê 402, jimara nexweşên başbûyî jî derket 199 hezar û 834an.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di parvekirina xwe ya ji ser Twîtterê ya der barê daneyên dawîn da got ku "Di jimara nexweşên me yên lênêrîna awarte û entube da zêdebûneke ji ber tedawiyên dewam dikin heye. Di 35 rojên dawîn da jimara wefatên me yên herê kêm di 13ê hezîranê da bi 13 kesan çêbû. Em bi kontrola kesên temaskirî, teşxîsa nû û derfeta tedawiyê hewl didin ku jimara wefatan kêmtir bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE