Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Turkiyeyê 226 hezar û 155 kes ji Kovîd-19ê rehet bûne

Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

 Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1183 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 15 kesan din canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê " ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 61 hezar û 716 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 5 milyon û 387 hezar û 751ê.

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1183 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 243 hezar û 180î. 15 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 873an.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 1185 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 226 hezar û 155an.

Hejmara nexweşên giran 617, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 8,2 ye.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Di 3 rojên dawîn de di razandinên di nexweşxaneyan de ji sedî 32 kêmbûn heye. Zêdebûna nexweşên giran berdewam e. Di 3 rojên dawîn de 5 wîlayetên ku herî zêde nexweş lê hene ev in; Stenbol, Enqere, Konya, Diyarbekir, Şanliurfa."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE