Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Wezareta Tendirustiyê: Hejmara pêketiyên Kovîd-19ê bi giştî bû 42 hezar û 282, heta nuha 908 kesan canê xwe ji dest daye.

Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Wezareta Tendirustiyê ragihand ku di 24 saetên dawîn de 4056 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, 96 kesan canê xwe ji dest dan. Hejmara pêketiyên Kovîd-19ê bi giştî bû 42 hezar û 282, heta nuha 908 kesan canê xwe ji dest daye. Hejmara yên ku tedawiya wan qediya û hatin taburcîkirin bû 2142.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn got, "Hejmara giştî yên ku taburcî bûn gihişt 2142yan. Em wextî bighin hedefa xwe ya 30 hezar testî. Tevî ku hejmara me ya testan zêde dibe, rêjeya hejmara pêketiyan kêm dibe. Vîrus hêza xwe ji derdora temasê distîne. Em li malê bimînin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE