Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 178 hezar û 903 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 31 hezar û 896 kesan pozîtîf derket û 196 kes mirin.
Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin.
Li gor daneyên rojane di 24 saetên dawîn da jimara nexweşan bû 6 hezar û 128. Tedawiya Kovîd-19ê ya 4 hezar û 100 kesî temam bû û derket 427 hezar û 242 kesan.
Jimara testan bi tevahî derket 19 milyon û 517 hezar û 84an. Jimara nexweşan derket 533 hezar û 198an, jimara miriyan derket 14 hezar û 705an, jimara nexweşên giran derket 5 hezar û 800î, jimara nexweşên aktîf jî bû 91 hezar û 251.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di parvekirina xwe ya ji ser hesabê xwe yê Twîtterê da got ku "6 hezar û 128 nexweşên me yên îro hatine tesbîtkirin hene. Tekane sedema sînordakirinên derketina derva parastina tenduristiya civakê ye. Em hemû divê çi dikeve ser milê me bi cî bînin, bixwe sînordarkirinên xwe tetbîq bikin. Cihê herî ewledar mala me ye. Em navber bidin cihên qerebalix û girtî."AA