Kovîd-19: Li Turkiyeyê tabloya rojane

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawînde testa Kovîd-19ê ya 32 hezar û 137 kesan pozîtîf derket, 203 kes mirin

Kovîd-19: Li Turkiyeyê tabloya rojane

Li Turkiyeyê  di 24 saetên dawînde 196 hezar û 902 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 203 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. 

Li gorî daneyên rojane îro 174 hezar û 761 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 19 milyon û 888 hezar û 747an.

Di 24 saetên dawînde 196 hezar û 902 testê Kovîd-19ê hatin kirin, testa 32 hezar û 137 kean pozîtîf derket, 203 kes mirin.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 5836, di 24 saetên dawîn de ku bi rehetbûna 5017 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 436 hezar û 270yî.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,1 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 55,1 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 72,1 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 41,7 e.

- "Xurtiya di zêdebûna hejmara nexweşên rewşgiran de kêm dibe" 

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 6 hezar û 420 nexweşên nû hatin tesbîtkirin. Xurtiya di zêdebûna hejmara nexweşên rewşgiran de kêm dibe. Êdî sînorkirin bandorên xwe nîşan didin. Em hêvîdar in di nêzîk de emê zêdetir pê bihesin. Wezîfeya me hemiyan ew e ku em pabendê sînordarkirinan bin û ji qerebalixan dûr bin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE