Kovîd-19: Li Turkiyeyê tabloya rojane

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawînde testa Kovîd-19ê ya 33 hezar û 198 kesan pozîtîf derket, 211 kes mirin

Kovîd-19: Li Turkiyeyê tabloya rojane

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawînde 201 hezar û 219 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 211 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. 

Li gorî daneyên rojane îro 201 hezar û 219 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 20 milyon û 89 hezar û 966an.

Di 24 saetên dawînde 201 hezar û 219 test hatin kirin, testa 33 hezar û 198 kesan pozîtîf derket, 211 kesan canê xwe ji dest da.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 5882, di 24 saetên dawîn de ku bi rehetbûna 5245 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 441 hezar û 515an.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,1 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 55,1 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 72,1 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 41,7 e.

- "Em di hejmara testa rojane de gihiştin 200 hezarî" 

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 6 hezar û 593 nexweşên nû hatin tesbîtkirin. Em di hejmara testa rojane de gihiştin 200 hezarî, bi giştî jî em gihiştin 20 milyonan. Herçend xurtbûna zêdebûna nexweşên rewşgiran kêmbûbe jî gihişt nêzîka 6 hezarî. Ji qerebalixê dûr bin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE