Kovîd-19: Li Turkiyeyê tabloya rojane

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da testa Kovîd-19ê ya 32 hezar û 106 kesan pozîtîf derket, 226 kes mirin

Kovîd-19: Li Turkiyeyê tabloya rojane

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn da 208 hezar û 873 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 32 hezar û 106 kesan pozîtîf derket, 226 kes mirin.

Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Turkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin.

Li gor daneyên rojane di 24 saetên dawîn da 208 hezar û 873 test hatin kirin,  testa Kovîd-19ê ya 32 hezar û 106 kesan pozîtîf derket, jimara nexweşan 5 hezar û 607 derket.

Di 24 saetên dawîn da 226 kes mirin, tedawiya Kovîd-19ê ya 5 hezar û 516 kesan temam bû û jimara başbûyiyan derket 458 hezar û 109an.

Jimara testan bi tevahî derket 20 milyon û 709 hezar û 452yan. Jimara waqieyan derket milyonek û 780 hezar û 673yan, jimara miriyan derket 15 hezar û 977an, jimara nexweşên giran bû 5 hezar û 952.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,1 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 55,1 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 72,1 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 41,7 e.

 "Leza zêdebûna nexweşên giran nêzî sabîtbûnê bû"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di parvekirina xwe ya ji ser hesabê Twîtterê da ev agahî dan: 

"5 hezar û 607 nexweşên me yên nû yên îro hatine tesbîtkirin hene. Leza zêdebûna jimara nexweşên giran nêzî sabîtbûnê bûye. Em mecbûr in ku guh bidin tevdîran. Heta ku aşî bê tetbîqkirin û tesîra wê bê hîskirin em divê bi israr xwe û hezkiriyên xwe biparêzin. Ev berpirsyariya me hemûyan e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE