Kovîd-19: Li Turkiyeyê tabloya rojane

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de testa Kovîd-19ê ya 326 hezar û 102 kesan pozîtîf derket, 235 kes mirin

Kovîd-19: Li Turkiyeyê tabloya rojane

 Li Turkiyeyê di 24 saetên dawînde 2064 hezar û 190 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, testa 32 hezar û 102 kesan pozîtîf derket, 235 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. 

Li gorî daneyên rojane îro 206 hezar û 190 test hatin kirin, testa 32 hezar û 102 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 21 milyon û 490 hezar û 195an. 235 kesan canê xwe ji dest da.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 5 hezar û 988, bi temambûna dermankirin/xilasbûna karantînaya 29 hezar û 247 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt milyonek 661 hezar û 191ê.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 2,9 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 55,8 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 73,7 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 41,5 e.

- "Bi dûrketina ji cihên qerebalix û girtî em hezkiriyên xwe biparêzin"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 5 hezar û 105 nexweş hatin tesbîtkirin. Hejmara rewşgiranan di sekteyê de ye. Pêdivê em hejmara mirinan kêm bikin. Bi dûrketina ji cihên qerebalix û girtî em hezkiriyên xwe biparêzin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE