Kovîd-19: Li Türkiyeyê tabloya rojane

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de testa Kovîd-19ê ya 19 hezar û 103 kesan pozîtîf derket, 254 kes mirin

Kovîd-19: Li Türkiyeyê tabloya rojane

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawînde 196 hezar û 110 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 19 hezar û 103 kes pozîtîf derketin, 254 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. 

Li gorî daneyên rojane îro 196 hezar û 110 test hatin kirin, testa 19 hezar û 103 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 22 milyon û 635 hezar û 637an.

Li Türkiyeyê hejmara mirinan ya herî zêde yên ji ber Kovîd-19ê îro hat tomarkirin. Di 24 saetên dawîn de 254 kesan canê xwe ji dest da.

Hejmara pêketiyan bi giştî gihişt 2 milyon û 43 hezar û 704an û hejmara mirinan jî gihişt 18 hezar û 351ê.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 5 hezar û 192, bi temambûna dermankirin/xilasbûna karantînaya 34 hezar û 419 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt milyonek 835 hezar û 705an.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 4,1 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 50,8 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 68,2 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 40 e.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 3 hezar û 412 nexweş hatin tesbîtkirin. Kêmbûna hejmara nexweşên aktîf û yên rewşgirian kêm dibe. Rêjeya tijebûna qeryole, beşa nexweşiya giran û ventîlatorê didome. Êdî em encama pêkve pabendbûna rênimayan dibînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE