Kovîd-19: Li Turkiyeyê tabloya rojane

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawînde 171 hezar û 113 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, testa 29 hezar û 845 kesan pozîrîf derket, 177 kesan canê xwe ji dest da.

Kovîd-19: Li Turkiyeyê tabloya rojane

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawînde 171 hezar û 113 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, testa 29 hezar û 845 kesan pozîrîf derket, 177 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 171 hezar û 113 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 18 milyon û 72 hezar û 981ê.

Di 24 saetên dawînde 171 hezar û 113 test hatin kirin, testa 29 hezar û 845 kesan pozîrîf derket, 177 kesan canê xwe ji dest da.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 4816, di 24 saetên dawîn de ku bi rehetbûna 3845 kesan, hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 392 hezar û 616an.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,4 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 54,7 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 71,3 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 39,2 ye.

 "Cihê herî ewledar malên me ne"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 6 hezar û 592 pêketî hatin tesbîtkirin. Hejmara nexweşên me yên giran gihişt nêzîka 5000an. Mirî gelek dibin.Heke em pabendê tedbîran bin, sînordarkirin nebin jî em dikarin têbikoşin. Heke na sînordarkirin dê bên. Cihê herî ewledar malên me ne."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE