Vîrûsa koronayê bi taybetî ji bo hin beşên mirovan talûke ye. Her wiha jinên ducanî jî di talûkeya nexweşiya vîrûsê de ne. Gelo divê kesên ducanî di vê heyamê de çi bikin ? Niha bersiva van tê ser ekranê.
Ji bo yên nexweş, ji bo kesên ji 60 salan mezintir û ji bo nexweşên kronîk…
Vîrûsa koronayê herî zêde zirar dida van mirovan.
Pispor dibêjin ku şewba koronayê ji bo jinên ducanî jî talûkeyeke mezin e.
Pisporê Nexweşiyên Jinan û Welidandinê OP. Dr. Kasim Turan got,”Divê kesên ducanî gelek hay ji paqijiya xwe hebin.”
Her wiha Turan bang li jinên ducanî kir û got,”Vîrûsa koronayê ji bo jinên ducanî zêde ne talûke ye.”
Her wiha pispor dibêjin divê jin di vê heyamê de dernekevin derve, lê gava derkevin jî divê gelek bi tevdîr bin.