Li Gölbaşıya navçeya Adıyamanê di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da gundek hildan karantînayê.
Li gor daxuyaniya Qaymeqamtiyê li gundê Savranê piştî ku encama testa Kovîd-19ê ya hinekan pozîtîf derket, Lijneya Hifza Sihetê ya Bajêr biryarên nû dan.
Li gor biryarê gund wê 10 rojan di karantînayê da bimîne.