Kovîd-19:Li seranserê dinyayê hejmara pêketiyan ji 250 milyonî derbas bû

Li seranserê dinyayê hejmara kesên Kovîd-19ê ketine ji 250 milyonî derbas bû

Kovîd-19:Li seranserê dinyayê hejmara pêketiyan ji 250 milyonî derbas bû

 Li seranserê dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketine ji 250 milyonî derbas bû.

Li gor agahiyên malpera "Worldometers"ê ku daneyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike hejmara kesên bi vîrusê ketine li seranserê dinyayê derket 250 milyon û 8 hezar û 14an.

Li gor daneya Amerîka bi 47 milyon û 280 hezar û 449 kesî di rêza ewil da ye. Di pey ra bi 34 milyon û 344 hezar û 87 kesî Hindistan, bi 21 milyon û 862 hezar û 458 kesî Brezîlya, bi 9 milyon û 241 hezar û 916 kesî Îngilistan, bi 8 milyon û 755 hezar û 930 kesî Rûsya, bi 8 milyon û 178 hezar û 901 kesî Tirkiye, bi 7 milyon û 199 hezar û 332 kesî Fransa, bi 5 milyon û 980 hezar û 260 kesî Îran, bi 5 milyon û 295 hezar û 260 kesî Arjantîn û bi 5 milyon û 25 hezar û 639 kesî Îspanya tê.

Ji ber Kovîd-19ê li seranserê dinyayê 5 milyon û 57 hezar û 149 kes mirine û 226 milyon û 333 hezar û 150 kes jî baş bûne.

18 milyon û 617 hezar û 715 kes jî hê tên dermankirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE