Waliyê Îstanbulê Alî Yerlîkaya daxuyand li bajêr hejmara nexweşên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di nexweşxaneyan da dimînin ji sedî 40, yên di beşa giran a nexweşxaneyan da dimînin jî ji sedî 25 kêm bû.
Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha daxuyand: "Me lûtkeya pela duyem a şewba Kovîd-19ê li dû xwe hîşt. Hejmara nexweşên di nexweşxaneyan da dimînin ji sedî 40, yên di beşa giran a nexweşxaneyan da dimînin jî ji sedî 25 kêm bû. Heke guh bidin tevdîran, rêbazên îzolasyonê bê şopandin înşallah emê der barê rewşa şewbê da her tim xeberên baş bidin we."AA