Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawînde 234 hezar û 439 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 6 hezar û 285 kes pozîtîf derketin, 46 kesan canê xwe ji dest da.
Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 234 hezar û 439 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 6 hezar û 285 kes pozîtîf derketin, 46 kesan canê xwe ji dest da.
Di çarçoveya berxwedana dijî Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de hejmara tevahî ya doza yekem, duyem û sêyem a derzîlêdanê gihişt 877 hezar û 335an.
Wezîrê Tanduristiyê Fahrettîn Koca li gorî wîlayetan pêketinên Kovîd-19ê yên di her ji 100 hezar kesî de ji bo 3-9ê temûzê eşkere kir.
Li gorî wîlayetan pêketinên heftane yên Kovîd-19ê di her ji 100 hezar kesî de li Enqereyê 59,10, li Stenbolê 56,75, li Îzmîrê 22,16 e.
Li gorî daneyên heftane pêketina Kovîd-19ê di her ji 100 hezar kesî de herî zede li Sêrt, Agirî, Bitlîs, Wan û Hakkariyê hat dîtin.
Li gorî daneyên heftane pêketina Kovîd-19ê di her ji 100 hezar kesî de herî kêm li Kilîs, Hatay, Osmaniye, Adana û Kahramanmaraşê hat dîtin.
Wezîr Koca ragihand ku ew wîlayetên ku di nava hefteya dawîn de pêketinên Kovîd-19ê herî zêde kêm bûne Qers, Erzurum, Isparta, Kutahya û Çorum in.
Di çarçoveya berxwedana dijî Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de hejmara tevahî ya doza yekem, duyem û sêyem a derzîlêdanê gihişt 877 hezar û 335an.
AA