Kovid-19: Li Tirkiyeyê rewşa dawi

Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 6 hezar û 918 kesan pozîtîf derket, 35 kes mirin

Kovid-19: Li Tirkiyeyê rewşa dawi

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 229 hezar û 582 testên  vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, testa 6 hezar û 918 kesan pozîtîf derket, 35 kes mirin.

Tabloya Rojane ya Vîrusa Koronayê ya Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 229 hezar û 582 test hatin kirin, testa 6 hezar û 918 kesî pozîtîf derket, 35 kes mirin, jimara başbûyiyan jî bû 5 hezar û 84. 

Di nifûsa ji ser 18 salî ra rêjeya kesên ku doza yekem a aşiyê bûn ji sedî 62,45, rêjeya kesên doza duyem a aşiyê bûn ji sedî 32,07 hat qeydkirin.

Di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê da di 24 saetên dawîn da doza yekem, duyem û sêyem bi tevahî milyonek û 119 hezar û 95 aşî hatin lêxistin. 

Rêjeya kesên ji 18 salî mezintir ên ku doza yekem a aşiyê bûn ji sedî 60,35, rêjeya kesên ku doza duyem a aşiyê bûn ji sedî 27,02 hat qeydkirin

Li Tirkiyeyê heta îro 38 milyon û 735 hezar û 635 kes doza yekem a aşiyê, 19 milyon û 904 hezar û 709 kes doza duyem a aşiyê, 3 milyon û 574 hezar û 478 kes doza sêyem a aşiyê bi tevahî 62 milyon û 244 hezar û 821 aşî hatin lêxistin. 

Bajarên ku herî kêm dozek aş hatiye lêxistin Bidlîs, Riha, Mêrdîn, Sêrt, Diyarbekir, Mûş, Batman, Bingol, Îdir û Gumuşxane hat rêzkirin. 

- "Balikesîr derbasî kategoriya şîn bû"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî tabloya rojane parve kir û got ku rêjeya kesên ji 18 salî mezintir yên ku herî kêm dozek aşî bûne derket ji ser sedî 75an. 

Koca got "Balikesîr heq kir ku eydê wekî eyd pîroz bike. Balikesîr êdî di kategoriya şîn da ye. Em berî eydê qet nebe dozek aşî bin û di têkoşînê da cihê xwe bigirin." 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE