Kovid-19: Li Tirkiyeyê rewşa dawi

"Ji eydê ra hindik ma. Ji bo ku berî eydê nifûsa 18 salî û jê mezintir herî kêm bi dozek aşiyê bên aşîkirin em hewl bidin"

Kovid-19: Li Tirkiyeyê rewşa dawi

 Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 234 hezar û 161 testên  vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, testa 7 hezar û 666 kesan pozîtîf derket, 38 kes mirin.

Tabloya Rojane ya Vîrusa Koronayê ya Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 234 hezar û 161 test hatin kirin, testa 7 hezar û 666 kesî pozîtîf derket, 38 kes mirin, jimara başbûyiyan jî bû 5 hezar û 490. 

Di nifûsa ji ser 18 salî ra rêjeya kesên ku doza yekem a aşiyê bûn ji sedî 62,61, rêjeya kesên doza duyem a aşiyê bûn ji sedî 32,79 hat qeydkirin. 

Di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê da di 24 saetên dawîn da doza yekem, duyem û sêyem bi tevahî 572 hezar û 154 aşî hatin lêxistin

Rêjeya kesên ji 18 salî mezintir ên ku doza yekem a aşiyê bûn ji sedî 60,35, rêjeya kesên ku doza duyem a aşiyê bûn ji sedî 27,02 hat qeydkirin

Li Tirkiyeyê heta îro 38 milyon û 860 hezar û 587 kes doza yekem a aşiyê, 20 milyon û 351 hezar û 388 kes doza duyem a aşiyê, 3 milyon û 605 hezar kes doza sêyem a aşiyê bi tevahî 62 milyon û 816 hezar û 975 aşî hatin lêxistin. 

Bajarên ku herî kêm dozek aş hatiye lêxistin Bidlîs, Riha, Mêrdîn, Sêrt, Diyarbekir, Mûş, Batman, Bingol, Îdir û Gumuşxane hat rêzkirin. 

- "Em ji bo hedefa xwe hewl bidin"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca got "i eydê ra hindik ma. Ji bo ku berî eydê nifûsa 18 salî û jê mezintir herî kêm bi dozek aşiyê bên aşîkirin em hewl bidin. Em bi aşiyê şewbê ji rojeva xwe derxînin." AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE