Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 219 hezar û 461 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 6 hezar û 493 kes pozîtîf derketin, 122 kesan canê xwe ji dest da.
Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.
Li gorî daneyên rojane îro 219 hezar û 461 test hatin kirin, testa 6 hezar û 493 kesan pozîtîf derket, 122 kesan canê xwe ji dest da, hejmara nexweşan bû 596.
Hejmara nexweşên giran bû hezar û 339. Di 24 saetên dawîn de 9 hezar û 582 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 5 milyon 114 hezar û 624.
Hejmara testan gihişt 54 milyon û 139 hezar û 309, hejmara pêketiyan bû 5 milyon û 249 hezar û 404, hejmara miriyan bû 47 hezar û 527.
Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 2,8 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 49,9 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 62.98 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 29,9 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 7,5 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.
AA