Kovid-19: Li Tirkiyeyê rewşa dawi

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 246 hezar û 37 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 25 hezar û 100 kesî pozîtîf derket, 112 kes mirin.

Kovid-19: Li Tirkiyeyê rewşa dawi

 Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 246 hezar û 37 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 25 hezar û 100 kesî pozîtîf derket, 112 kes mirin. 

Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ji hêla Wezareta Tenduristiyê va ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin. Li gor vê di 24 saetên dawîn da 246 hezar û 37 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 25 hezar û 100 kesî pozîtîf derket, 112 kes mirin, jimara başbûyiyan jî û 6 hezar û 758. 

Di nifûsa ji ser 18 salî ra rêjeya kesên ku doza yekem a aşiyê bûn ji sedî 67,15 e, rêjeya kesên doza duyem a aşiyê bûn ji sedî 46,20 hat qeydkirin. 

Li Tirkiyeyê heta îro 41 milyon û 682 hezar û 97 kes doza yekem a aşiyê, 28 milyon û 678 hezar û 592 kes doza duyem a aşiyê, 5 milyon û 496 hezar û 567 kes doza sêyem a aşiyê bi tevahî 75 milyon û 857 hezar û 256 aşî hatin lêxistin. 

- "Divê em guh bidin tevdîran"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca tabloya rojane ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî parve kir û got ku "Digel ku dawiya hefteyê ye jimara waqieyan bilind e, ev dibe bibe pirsgirêk. Em ji bo ku pêşî lê vê bigirin divê aşî bibin û heta xwebexşiya me çêbe guh bidin tevdîran."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE