Kovid-19: Li Tirkiyeyê rewşa dawi

Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 7 hezar û 181 kesan pozîtîf derket, 112 kes mirin

Kovid-19: Li Tirkiyeyê rewşa dawi

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 224 hezar û 150 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 7 hezar û 181 kes pozîtîf derketin, 112 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 224 hezar û 150 test hatin kirin, testa 7 hezar û 181 kesan pozîtîf derket, 112 kesan canê xwe ji dest da, hejmara nexweşan bû 586.

Hejmara nexweşên giran bû hezar û 213. Di 24 saetên dawîn de 7 hezar û 372 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 5 milyon 131 hezar û 453.

Hejmara testan gihişt 54 milyon û 586 hezar û 941, hejmara pêketiyan bû 5 milyon û 263 hezar û 697, hejmara miriyan bû 47 hezar û 768.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 2,8 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 49,9 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 62.98 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 29,9 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 7,5 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE