Kovid-19: Li Tirkiyeyê rewşa dawi

Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 5 hezar û 955 kesan pozîtîf derket, 84 kes mirin

Kovid-19: Li Tirkiyeyê rewşa dawi

 Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 223 hezar û 846 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 5 hezar û 955 kes pozîtîf derketin, 84 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 223 hezar û 846 test hatin kirin, testa 5 hezar û 955 kesan pozîtîf derket, 84 kesan canê xwe ji dest da, hejmara nexweşan bû 428.

Hejmara nexweşên giran bû 886. Di 24 saetên dawîn de dermankirin/karantînaya 4 hezar û 186 kesan  qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 5 milyon 211 hezar û 22.

Hejmara testan gihişt 57 milyon û 447 hezar û 635, hejmara pêketiyan bû 5 milyon û 342 hezar û 28, hejmara miriyan bû 48 hezar û 879.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,4 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 50,4 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 60,2 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 27,9 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE