Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 222 hezar û 613 testên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hatin kirin, testa 7 hezar û 656 kesan pozîtîf derket, 137 kes mirin.
Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin.
Li gor vê di 24 saetên dawîn da 222 hezar û 613 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 7 hezar û 656 kesan pozîtîf derket, 137 kes mirin, jimara nexweşan bû 605.
Jimara nexweşên giran bû 1391, tedawî yan jî karantînaya 11 hezar û 180 kesî xilas bû û jimara başbûyiyan derlet 5 milyon û 94 hezar û 279an.
Jimara testan derket 53 milyon û 700 hezar û 891î, jimara waqieyan derket 5 milyon û 235 hezar û 978an, jimara miriyan derket 47 hezar û 271î.