Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 354 hezar û 3 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 18 hezar û 100 pozîtîf derketin, 167 kes mirin.
Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 354 hezar û 3 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 198 hezar û 100 kes pozîtîf derketin, 167 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 25 hezar û 664 e.
Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 91,20 a doza duyem jî weke 82,28 hat tomarkirin.
Li Türkiyeyê heta nuha 122 milyon û 393 hezar û 466 doz aşî hatiye kirin.