Kovid-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 18 hezar û 762 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 176 kes mirin

Kovid-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 351 hezar û 253 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 18 hezar û 762 pozîtîf derketin, 176 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 351 hezar û 253 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 18 hezar û 762 kes pozîtîf derketin, 176 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 24 hezar û 497 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 91,32 a doza duyem jî weke 82,49 hat tomarkirin.

Li Türkiyeyê  heta nuha 124 milyon û 912 hezar û 525 doz aşî hatiye kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE