Kovid-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 19 hezar û 859 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 187 kes mirin

Kovid-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 353 hezar û 152 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 19 hezar û 859 pozîtîf derketin, 187 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 353 hezar û 152 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 19 hezar û 859 kes pozîtîf derketin, 187 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 25 hezar û 532 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 91,36 a doza duyem jî weke 82,56 hat tomarkirin.

Li Türkiyeyê  heta nuha 125 milyon û 761 hezar û 472 doz aşî hatiye kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE