Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 357 hezar û 536 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 20 hezar û 470 kes pozîtîf derketin, 145 kesan can da.
Wezareta Tenduristiyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"yê parve kir.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 357 hezar û 536 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 20 hezar û 470 kes pozîtîf derketin, 145 kesan can da. Hejmara kesên ku qenc bû jî 22 hezar û 109 e.
Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza duyem weke ji sedî 82,79, ya doza yekem jî weke ji sedî 91,49 hat tomarkirin.
Di çarçoveya Kovîd-19ê de heta niha li Türkiyeyê bi giştî 128 milyon û 349 hezar û 256 doz aşî hatiye kirin.AA