Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 369 hezar û 647 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 39 hezar û 681 pozîtîf derketin, 139 kes mirin.
Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 369 hezar û 647 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 39 hezar û 681 kes pozîtîf derketin, 139 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 24 hezar û 854 e.
Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 91,66 a doza duyem jî weke 83,08 hat tomarkirin.
Li Türkiyeyê heta nuha 131 milyon û 134 hezar û 774 doz aşî hatiye kirin.AA