Kovid-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 19 hezar û 557 kesan pozîtîf derket, 245 kes mirin

Kovid-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 283 hezar û 250 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 19 hezar û 557 kes pozîtîf derketin, 245 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 283 hezar û 250 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 19 hezar û 557 kes pozîtîf derketin, 245 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 13 hezar û 401 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 77,22 ya doza duyem jî weke 59,23 hat tomarkirin.

Di çarçoveya Kovîd-19ê de heta îro li Türkiyeyê bi giştî 93 milyon û 318 hezar û 338 aşî hatiye kirin.

Bi vê re di çarçoveya Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 313 hezar û 482 kesan doza yekem û duyem û sêyem derzî li xwe dane.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE