Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 341 hezar û 4 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 28 hezar û 224 kes pozîtîf derketin, 248 kesan canê xwe ji dest da.
Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 341 hezar û 4 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 28 hezar û 224 kes pozîtîf derketin, 248 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 28 hezar û 536 e.
Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 84,02 ya doza duyem jî weke 66,35 hat tomarkirin.
Di çarçoveya Kovîd-19ê de heta îro li Tirkiyeyê bi giştî 103 milyon û 526 hezar û 811 aşî hatiye kirin.
Bi vê re di çarçoveya Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 525 hezar û 195 kesan doza yekem û duyem û sêyem derzî li xwe dane.
AA