Kovid-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Rewşa dawî ji aliyê wezareta tenduristiyê ve hatin daxuyandin.

Kovid-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 341 hezar û 221 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 25 hezar û 861 kes pozîtîf derketin, 228 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 341 hezar û 221 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 25 hezar û 861 kes pozîtîf derketin, 228 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 24 hezar û 875 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 86,10 a doza duyem jî weke 70,18 hat tomarkirin.

Di çarçoveya Kovîd-19ê de heta îro li Tirkiyeyê bi giştî 107 milyon û 840 hezar û 404 aşî hatiye kirin.

Bi vê re di çarçoveya Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 198 hezar û 481 kesan derzî li xwe dane.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE