Kovid-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 29 hezar û 386 kesan pozîtîf derket, 227 kes mirin

Kovid-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 355 hezar û 442 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 29 hezar û 386 kes pozîtîf derketin, 227 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 355 hezar û 442 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 29 hezar û 386 kes pozîtîf derketin, 227 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 31 hezar û 18 ye.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 86,60 a doza duyem jî weke 71,60 hat tomarkirin.

Di çarçoveya Kovîd-19ê de heta îro li Tirkiyeyê bi giştî 109 milyon û 129 hezar û 219 aşî hatiye kirin.

Bi vê re di çarçoveya Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 395 hezar û 108 kesan derzî li xwe dane.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE