Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 344 hezar û 280 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 28 hezar û 370 pozîtîf derketin, 196 kes mirin.
Wezareta Tenduristiyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 344 hezar û 280 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 28 hezar û 370 kes pozîtîf derketin, 196 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 25 hezar û 772 e.
Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 87,80 ya doza duyem jî weke 74,50 hat tomarkirin.
Di çarçoveya derzîlêdana Kovîd-19ê de heta îro li Tirkiyeyê bi giştî 112 milyon û 360 hezar û 409 aşî hatiye kirin.
Bi vê re di çarçoveya Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 686 hezar û 99 kesan derzî li xwe dane.
AA