Kovid-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 19 hezar û 616 kesan pozîtîf derket, 257 kes mirin.

Kovid-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 297 hezar û 68 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 19 hezar û 616 kes pozîtîf derketin, 257 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 297 hezar û 68 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 19 hezar û 616 kes pozîtîf derketin, 257 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 15 hezar û 205 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 76,12 ya doza duyem jî weke 58,23 hat tomarkirin.

Di çarçoveya Kovîd-19ê de heta îro li Tirkiyeyê bi giştî 91 milyon û 747 hezar û 545 aşî hatiye kirin.

Bi vê re di çarçoveya Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 747 hezar û 545 kesan doza yekem û duyem û sêyem derzî li xwe dane.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE