Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn da 305 hezar û 103 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 55 hezar û 791 kesî pozîtîf derket, 253 kes mirin.
Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Türkiyeyê ji ser "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin.
Li gor vê li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn da 305 hezar û 103 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 55 hezar û 791 kesî pozîtîf derket, 253 kes mirin, jimara nexweşan bû 2 hezar û 408.
Jimara testan bi tevahî derket 40 milyon û 994 hezar û 845an, jimara waqieyan derket 3 milyon û 745 hezar û 657an, jimara miriyan derket 33 hezar û 454an, jimara nexweşên giran bû 2 hezar û 658.
Li gor daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zatureyê di nexweşan da ji sedî 3,1 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 55,7 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 66,5 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 33, ye. Têkra dema tesbîta temasdaran 9 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.
AA