Li Türkiyeyê di 25ê Çile de 151 hezar û 109 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 5 hezar û 642 kes pozîtîf derketin, 137 kesan canê xwe ji dest da.
Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.
Li gorî daneyên rojane îro 151 hezar û 109 test hatin kirin, testa 5 hezar û 642 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 28 milyon û 648 hezar û 193yan.
Îro 137 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 25 hezar û 210an.
Nexweşên giran bûn 1808, 6 hezar û 682 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 314 hezar û 403.
Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 4,7 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 45,2 ye. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 59, e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 30,1 ye. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.