Li Elezîzê, endamên şaxa jinan a zanîngeha firatê xwestin ji bo xwendekarên ku wê bikevin ezmûnên fînalê, xebatek bikin. ji bo xwendekaran gelek cure xwarin amade kirin û li pirtûkxaneya zanîngehê rêz kirin. xwendekar dikarin bi dilê xwe xwarinê bixin û tu heq jî nadin.
Li Zanîngeha Firatê ya li Elezîzê dema fînalan hat.
Hin xwendekar bi şev û roj ji bo ezmûnan dixebitin.
Endamên Şaxa Jinan a Zanîngeha Firatê xwestin ji bo ku morala xwendekaran bînin cih, xebatekê bikin.
Di çarçoveya xebatê de bi dehan xwarinên cuda hatin amadekirin û li pirtûkxaneya zanîngehê hatin danîn.
Xwendekarên ku dilê wan bixwaze, dikarin navberê bidin xebata xwe û xwarina xwe belaş bixwin.
Standa xwarinê wê seranserê rojê vekirî be û wê xebata heta dawiya fînalan dewam bike.