Îkramiyeyên eydê yên malnişînan wê di 6 û 7ê gulanê da werin razandin

Bîlgîn daxuyaniya nivîskî da û bi bîr xist ku hefteya çûyî bi verastkirina qanûnî va îkramiyeya eydê ya malnişînan derket 1100 lireyî.

Îkramiyeyên eydê yên malnişînan wê di 6 û 7ê gulanê da werin razandin

Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Bîlgîn diyar kir, perê îkramiyeyan ên malnişînên SSKyê wê di 6ê gulanê da, perê malnişînên Bag-Kur û Sandoqa Malnişînan jî wê di 7ê gulanê da were razandin.

Bîlgîn daxuyaniya nivîskî da û bi bîr xist ku hefteya çûyî bi verastkirina qanûnî va îkramiyeya eydê ya malnişînan derket 1100 lireyî.

Bîlgîn diyar kir, di vê çarçoveyê da îkramiyeya Eyda Remezanê wê hefteya beriya eydê were razandin û wiha dewam kir, "Ji 12,7 milyon malnişînan ra 12,3 milyar lire îkramiye wê were razandin. Perê îkramiyeyan ên malnişînên SSKyê wê di 6ê gulanê da, perê malnişînên Bag-Kur û Sandoqa Malnişînan jî wê di 7ê gulanê da li ser hesabê wan were razandin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE