Îkramiyeyên Eyda Qurbanê yên teqawidan tên razandin

Li gorî daxuyaniya Wezareta Xebat û Ewlekariya Civakî , razandina îkramiyeyên teqawidan tevî mehaneyên wan ên zemkirî dest pê kir.

Îkramiyeyên Eyda Qurbanê yên teqawidan tên razandin

 Wezareta Xebat û Ewlekariya Civakî ragihand, îkramiyeyên Eyda Qurbanê yên bi qasî 12 milyon teqawidî dê navbera 13-16ê Tîrmehê bên razandin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, razandina îkramiyeyên teqawidan tevî mehaneyên wan ên zemkirî dest pê kir.

Di vê çarçoveyê da ji îro pê va îkramiyeya Eyda Qurbanê û mehaneya zemkirî ya teqawidên SSKyê tên razandin.

Heqê teqawidên Bax-kurê jî dê 16ê Tîrmehê bên razandin.

Welatiyên di çarçoveya Sandoqa Teqawidan da jî ferqa meha tîrmehê, mehaneya tîrmehê û îkramiyeya Eyda Qurbanê dê 15ê Tîrmehê bi hev ra werbigirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE