Kreşa kursa Qur’anê ya Diyanetê

Li xwendekarên kursê diyarî hatin belavkirin.

Kreşa kursa Qur’anê ya Diyanetê

Li Midyada Mêrdînê ji bo zarokên biçûk kreşa kursa qur’anê hat vekirin. Cîgirşaredarê Midyadê çû xêrxweşiya ziyareta kreşê. Şaredar li vir li zarokan diyarî belav kirin û dilê wan xweş kir.

Li Midyata Mêrdînê ji bo zarokên 4 û 6 salî ji aliyê Diyanetê ve Kreşeke Kursa Quranê hat vekirin.

Di kursê de bi qasî 50 zarokên biçûk him hînî xwendina Qur’anê dibin him jî ji bo pêşdibistanê tên amadekirin.

Piştî ku kreş hat vekirin, Cîgirşaredarê Midyatê Mehmet Taş jî ji bo xêrxweşiyê çû ziyareta Kreşê.

Taş, li vir bi zarokan re eleqedar bû û li wan pêlîstok û diyarî belav kirin.

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2018, 15:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE