Kîtên testa bi lez: di 15 deqeyan de test wê bê kirin

Kîtên testa bilez ên ku li Çînê tên hilberîn wê li Turkiyeyê jî bên bikaranîn

Kîtên testa bi lez: di 15 deqeyan de test wê bê kirin

Kîtên bilez ên ku li çînê tên hilberîn wê êdî li Turkiyeyê jî bên bikaranîn. Bi saya van kîtan wê testên vîrûsa koronayê di 15 deqeyan de werin kirin. Bi vî awayî wê rojê 10 û 15 hezar test bên kirin. Kîtên testan wê li temamê Turkiyeyê jî bên belavkirin.

Wezirê Tenduristiyê Fahrettin Koca: Heta niha me zêdetirî 10 hezar test kirin. Em difikirin ku di rojên pêş de hejmara me ya testê zêdetir bibe.

Kîtên ku li çînê hatibûn bipêşxistin niha, wê li Turkiyeyê jî bên bikaranîn.

Bi saya van kîtan wê zûtir test bên kirin.

Kîtên xwemalî heta 60 û 90 deqeyan bi encamê dizanin û bi vê 10 hezar test hatin kirin.

Niha bi kîta pêzanîna zûtir, test di 15 deqeyan de wê bên kirin.

Bi xêra vê wê zêdetir test bên kirin.

Wezirê Tenduristiyê Fahrettin Koca: Em dixwazin di rojê de herî kêm 10 û 15 hezar testan bikin.

Kîta pêzanîna vîrûsê, pêşî li laboratûwaran hatin bikaranîn û wê niha li hemû bajaran werin belavkirin.

Wezirê Tenduristiyê Fahrettin Koca: Em plan dikin vê li tevahiya welat belav bikin. Ev jî mizgîniya wê ye.

Li ber destê Turkiyeyê têra xwe test hene.

Wezirê Tenduristiyê Fahrettin Koca: Li ber destê me 115 hezar kît hene. Mehê em dikarin milyonek bidin hilberîn. Em her gav bixwazin, dikarin bikin 2 milyon jî. A niha pirsgirêkeke me ya testê nîn e.

Testên vîrûsê wê wekî kîtên xwemalî, bi nimûneya ava ji dev û pozan, bi hêsanî werin kirin.

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2020, 15:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE