Derheqê tundiya li ser jinan de gelek çalakî tên kirin. Lê li Mêrdînê kuafor derketin ser dikê, wan bi stîlên cuda por çêkir. Konsepta wan jî derbarê îstismar û tundiya li dijî jinan de bû.
Pêşî derheqê trendên nû yên boyax û stîlên por de perwerde bûn.
Pişt re derketin ser platformê û bi konseptên cuda bal kişandin ser îstismar, tundiya li dijî jinan û xerabiya şer.
630 kuafor, di çarçoveya organîzasyona Odeya Kuafor û Berberan a Mêrdînê de ji bo perwerdeyê hatin cem hev.
Wan ji hosteyên navdar ders girtin û teknîkên nû ceribandin.
Ji aliyekî ve jî wan projeyeke civakî li dar xist û ev dîmenên balkêş derketin.
Kuaforan hunerên xwe pêşkeş kirin, temaşevanan jî li piyakî ji bo wan li çepikan dan.